Li welaté xwe li kolana Li waré qedîm li axa zérîn Ala azadîyé dan ser milan Nexwast rakin lingé neyaran Penaberim penaberim War bi war ez digerim Dil teng û tengezarim Bé mal û bè zemanim Dema bira bi pésîra hev ketin Gûr û çeqel dor li me girtin Agirè xwe avètin li ser me Wéran kirin mal û halè me Penaberim penaberim Welat welat ez digerim Bîyanîme koçberîme Li bajar bé dost û yarim Lé lé dayîké Dilé min ji dilanî dilekî bi 'kulé Derdé zilmé kes nebîne axxx Xwedé kesî bémal û békes û béwar û béhévi nehéle Béwelaaât ez rebenim lé dayé Ez rebenim rebenim rebenim rebenim rebenim ey way Bé welat ez rebenim lé dayè Bila roj bén ronahî dîsa hilbe Emé wegerin welaté me şén be Deste xwe diréj dikim Ka dayé haaaay ayay oyy Lé lé lé... desté xwe direjdikim ka bide dayé Li welaté xwe û li kolané diné Nizanim ez çi digerim li wir Sist buye li min dest û ling Xerîb tené bé zar û ziman Penaberim penaberim Diyar bi diyar ez digerim Bîyanîme koçberîme Li sirgunîyé bé dost û yarim