Kishore Kumar Hits

Nizamettin Ariç - Em Azadîxwaz In şarkı sözleri

Sanatçı: Nizamettin Ariç

albüm: Zînê


Tîp û lekên Kurd diketin zinaran
Li hawîr bimba, tim gule baran
Erîş dibin ser komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe
De rabe ser xwe, bavê min rabe

Şev ta sipîdê me nîne qet xew
Cîhan li ber min tev bûye rew rew

Rêbat nexwenî, çi bêjî mêkew?
De rabe ser xwe, kurê min rabe
Bavê te çû şer, şêr e li meydan
Êrîş dibin li ser Îran û Tûran
Destê xwe dan hev Mikrî û Lûran
De rabe ser xwe, kurê min rabe

Eger mezin bû, divêm bixwênî
Rewşa cîhanê tu xweş bibênî
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe ser xwe, kurê min rabe
De rabe ser xwe, bavê min rabe

Keç û kurên Kurd, hemû şîyar bin
Ji bo serbestî hemû li kar bin

Ji hev re dost bin, dijî neyar bin
De rabe ser xwe, bavê min rabe
Dijwar e dijmin, Tûran û Firs e
Gernas û mêr be, ji wan netirse
Sibê şîyar bû, li min nepirse
De rabe ser xwe, kurê min rabe

Bizane xwendin ji bo me derman
Da ku bizanin qanûn û ferman
Derxin ji bo me van tirs û şerman
De rabe ser xwe, kurê min rabe
De rabe ser xwe, bavê min rabe

Şêx û melan em tev kirine derwêş
Ew bû du sed sal em bûne berbêş

Bav bêne kuştin, nemênî ev êş
De rabe ser xwe, bavê min rabe
Mir û perest im bi rengê Cegerxwîn
Serbest bijîn tev, ne wek Mem û Zîn
Jîna serbestî dibê me ev jîn
De rabe ser xwe, kurê min rabe

Dijwar e dijmin, Tûran û Firs e
Gernas û mêr be, ji wan netirse
Sibê şîyar bû, li min nepirse
De rabe ser xwe, kurê min rabe
De rabe ser xwe, kurê min rabe

Поcмотреть все песни артиста

Sanatçının diğer albümleri

Benzer Sanatçılar