Tu aciz bibî ji sî û staran Biterikîne dilînên hejar Biqetîne hêlekanên nava xwe, Negirî Hêsirên xwe bike diyarî û bikeve riyên bêdawî Li bendî te ne Çîrokên nîvcomayî Li bendî te ne Deşt û çiyayên xalî Tu bixeyîdî ji derewên bê wext Evîna xwe bi baranê bişo û li ber dilê xwe veşêre, Negirî Xewariya xwe bike diyarî û bikeve rê bibe azadî