Sîng û berê kew-gozelê Elegeze, ♪ Vê biharê wê xemilye rez bi reze: ♪ Memikê yarê ser bedenê cot kanîne, Xalêd sûret mîna konê kurmancîne. ♪ Guliyê yarê mîna cewê der biharê Hev girtine, fitil-fitil têne xarê. Ezî li ser kaw-kubarê bengiyê xefur, Min da desta û lîlandin sîmê tembûr, ♪ Min go:-Yarê, tembûr destê minda helya, ♪ Were lawikê xwe keremke cotê guliya. . . ♪ Go:- Beytûyo, porr û guliyê min qumaşin, Yêngê mîna te bêsewda û bêhişin: ♪ Sîng û berê min zozane, ez çevreşim, ♪ Ne ya teme, para lawikê xwe keleşim. . . ♪ Got, berzeqê û bi avir min nihêrî, Avirê wê min bûn mîna kêr û dirî. . . ♪ Cotê guliya bûn cote mer û min venîn,
Sazê min ket, tilî-pêçiyê min lerizîn... Mêrg û geliyê Elegezê girtin dûman, Nizam çira gelo bihar bû zivistan...