Kishore Kumar Hits

Bajar - B'xatirê Te şarkı sözleri

Sanatçı: Bajar

albüm: Yaklaş


Wê rengê esmanê sor dibe yarê
Wê min re jî rê xuya dike yarê
Para min a îro jî veqetîn e, jaro jaro lê lê lê û melê mayî
Êdî biyanî cîrana min e

Wê rêya dûr û nenas
Bextê min girt, yarê
Hişê min bû giravek mezin, wî lê
Di stêrên zimanên hesûd
Kilama veqetinê
De ax û eman ya min e, way
Xatûnê b'xatirê te lê
Şekirê, navê desmalê
Hevalê, porsora minê
Rûkê şox û şengîyê
Xatûnê b'xatirê te lê
Şekirê, navê desmalê
Hevalê, porsora minê
Ronahiya min, wî de yarê
Wî lê yarê, wî de yarê

Bihuşta me li dû maye, li dû maye
Emrê bihara me qediyaye
Rê bang min dike, çavê min zîz e
Çavê min zîz e, lê lê lê ay
Nayê red kirin ew qeder e

Wê rêya dûr û nenas
Bextê min girt, yarê
Hişê min bû giravek mezin, wî lê
Di stêrên zimanên hesûd
Kilama veqetinê
De ax û eman ya min e, way
Xatûnê b'xatirê te lê
Şekirê, navê desmalê
Hevalê, porsora minê
Rûkê şox û şengîyê
Xatûnê b'xatirê te lê
Şekirê, navê desmalê
Hevalê, porsora minê
Ronahiya min, wî de yarê
Wî lê yarê, lê lê lê lê

Xatûnê b'xatirê te lê

Şekirê, navê desmalê

Hevalê, porsora minê

Hevalê, porsora minê

Поcмотреть все песни артиста

Sanatçının diğer albümleri

Benzer Sanatçılar