Tebaxa 1996'an ez li welat bum Evara hênik, bayê rojava gelek xweş e Li serê selahaddin mesif Me li bajarê hewlerê dineheriya Û ez û tembura xwe bihevra mijûl bun Tembura min,hevala min,bê kesa min,delala min Gava bêjim ez derdê xwe, Te datînim ser çoka xwe Te ra bêjim derd û kula, Tembura min, hevala min Tembura min, tu hevala min e Welatê min par par maye Gelê min tene ne çar maye Dikim nakim kan ras nabe Bo çi yekîtîye me nabe Wa xwudêyo ev çi hale Bo çi nade me mecele Me ne doste ne hevale Hêvî nû xem, nû xeyale Têle zirav,tu dinalî, Baş dizanî bî vi halî Tembura min, em bi bêjin belki bihar bixemilî Gava bihar bixemilî, Ez bilbil im,tu ji gulî Tembura min, hevala min, Be kesa min,nalîna min Tembura min, ka em bêjin, delalek, Dengê min u te buye erdê belav be. Bikevin guhen qirej, Da ku xweşi u rindi bikeve Dilê mirovan. hevala min, Bê kesa min,nalina min