Hatim mala bavê te, Hele hele Mîmîcan Ji bo xatirê çavên te, Hele yar, hele yar Nînacan Pir xanim e dayika te, Hele yar, hele yar Mîmîcan Xweş camêr e bavê te, Hele yar, hele yar Nînacan Bejn û bal û birî û çavên te, Hele hele Mîmîcan Çi xweş li hev hatine, Hele yar, hele yar Nînacan Min bibihorî ezbenî, Hele hele Mîmîcan Dilê min bi hemd ketiye te, Hele yar, hele yar Nînacan Em hatine te bixwazin, Hele hele Mîmîcan Li ser seran gilî û gazin, Hele yar, hele yar Nînacan Mala bavê te ava be, Hele hele Mîmîcan Bixêr hatina me dixwazin, Hele yar, hele yar Nînacan