Ketin xewê, ketin xewê Ketin xewa zilm û zorê Ketin xewa bindestiyê Raketin, raketin... Yek caran serê xwe rakirin Lê dijmin serî zû jêkirin Yek caran bi hêz serê xwe rakirin Lê neyar serî zû jêkirin Li vî erdî tovên jiyanê hatiye çinandin Ev erdê jiyanê ye Germ dibe, sar dibe Dikele, dikele, dipişiqîne Brûskê davê tavan hiltîne Ronahî dike rojê li welat hiltîne Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne Niştimanperweran diwelidîne Gelê Kurdistan Şoreş û volqan Tev dînamêt in Agir û pêt in Sor in wek etûn Agir giha qepsûn Gava biteqin Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kîne em? Hey hey hey kîne em? Hey hey hey kîne em? Hey hey hey kîne em? Em in rojhilat Tev birc û kelat. Tev bajar û gund Tev zinar û lat. Ji destê dijmin: Dijminê xwînxwar Xurt û koledar Ji Rom, ji Fireng Di rojên pir teng Bi kûştin û ceng. Parast, parast Parast me ev rojhilat Kîne em? Hey hey hey kîne em? Ho ho ho kîne em? Hey hey hey kîne em? Kîne em? Gelê serfiraz Dijminê dijmin Dostê aştîxwaz. Em xweş mirov in Ne hirç û hov in Lê çibkim bê şer Dijmin naçî der. Bav û kalê me Dixwestin serbest Naxwazin bijîm Ta ebed bindest. Hey hey hey kîne em? Hey hey hey kîne em? Ho ho ho kîne em? Ho ho ho kîne em? Em in ew Kurdê serhişk û hesin Îro jî dijmin ji me ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr Biteqim ji bin Dîsa wek şêra Bikevin çiya. Naxwazim bimrim Dixwazim bigrim. Kurdistana xwe Axa Mîdîya Kîne em? Hey hey hey kîne em? Hey hey hey kîne em? Ho ho ho kîne em? Ho ho ho kîne em? Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar. Em in ew Lolo Kardox û Kudî Em in Mad û Goş Horî û Gudî. Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor Em in, em Kurd in li jêr û li jor Çend hezar salin Kurdistana me Perçe perçe ma Bindestê dijmin!