Kishore Kumar Hits

Mem Ararat - Hêviya Warekî şarkı sözleri

Sanatçı: Mem Ararat

albüm: Xewna Bajarekî


Dîsa ew êşên kevnar
Ji min re bûne war
Li ber dara zeytûnê
Min dil kiriye ar
Ew ê bê, wê hilê
Stêrka sibê
Ew ê bê, ew ê bê
Mizgîna xêrê
Li rex min guleke nû
Wa vebû, dil daye dû
Ew ê bê, bi tovên kedê
Bîna azadiyê jê tê
Bîna evînê
Ew ê bê, ew ê bê
Dixwazim, wê bê
Ew ê bê, ew ê bê
Ranazim, wê bê
Dirêj dibe ev şiverê
Di rê de bûn
Li lingê me tên
Belav bûye xewa şeve
Bîna stêrkan jê tê
Bîna çirûskê
Ew ê bê, wê hilê
Stêrka sibê
Ew ê bê, ew ê bê
Mizgîna xêrê
Ew ê bê, ew ê bê
Dixwazim, wê bê
Ew ê bê, ew ê bê
Ranazim, wê bê

Поcмотреть все песни артиста

Sanatçının diğer albümleri

Benzer Sanatçılar