Kishore Kumar Hits

Mem Ararat - Xewnek şarkı sözleri

Sanatçı: Mem Ararat

albüm: Pesna Evînê


Min xewna xwe çandiye li hewşê
Ji vê xewnê ranabim ez
Bêhna xwezîyekê jê tê
Na na ranabim ez
Ji rengê sor ê şerabê
Li ber şewqa vê berbangê
Dilerize çirûska findê
Bi sala ye xewna min tê
Ji vê xewnê ranabim ez
Li wir têk çûye tirs û xof
Li wir têk çûye destên hov
Min taca evînê da jor
Ji vê xewnê ranabim ez
Ji vê xewnê ranabim ez
Ji vê xewnê ranabim ez

Min nabê textê Enqerê
Min nabê şekirê Şamê
Min nabê rûnê Bexdayê
Û qesrek gewre li Tehranê
Ez qurbana wê xezalê
Berfa Sîpan çiqas lê tê
Ji evînê ranabim ez
Ji evînê ranabim ez
Ji vê xewnê ranabim ez
Ji vê xewnê ranabim ez
Ji vê xewnê ranabim ez
Ji vê xewnê ranabim ez
Ji vê xewnê ranabim ez
Ji vê xewnê ranabim ez
Ji vê xewnê ranabim ez
Ji vê xewnê ranabim ez

Поcмотреть все песни артиста

Sanatçının diğer albümleri

Benzer Sanatçılar