Kishore Kumar Hits

Cihan Çelik - Mirişk şarkı sözleri

Sanatçı: Cihan Çelik

albüm: Koçgiri


Bak jî hat bayê gaz e
Bak jî hat bayê gaz e
Lê dixine pirtûk û gulê wê kîrazê
Diz ketine nav mirîşkê di mala Heso Gazê
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were
Kê ku mirîşka min xwariye
Poz û bivîlan wî bila bide der e
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were

Binê kondilan da aş e
Binê kondilan da aş e
Hun dizê mirîşka min dipirsin, ji kondilan Qajoyê rûreş e
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were
Kê ku mirîşka min xwariye
Çok û jûniyan wî bila bide der e
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were

Binê Qapiqê da qermux e
Binê Qapiqê da qermux e
Lê radibe helm û pûx e
Ez heta ku çûm Bînoyê Bavo, mirîşk kiriye ser bulxur tenê dixwe
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were
Kê ku mirîşka min xwariye
Bin û tepelîqê wî bila bide der e
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were

Heft mirîşk in, yek jî dîk e
Heft mirîşk in, yek jî dîk e
Hun bihayê mirîşka min dipirsin, mîyek e
Bila diz mîyê beyê bide jina xwe ra bi qutnîyek e
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were
Kê ku mirîşka min xwariye
Poz û bivîlan wî bila bide der e
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were
Cû cû, mirîşka zer e
Dizo berde, bila were

Поcмотреть все песни артиста

Sanatçının diğer albümleri

Benzer Sanatçılar