Maran jî ji kom û refên xwe, Ez aforoz dikirim. Bi qasî yezdanekî bêqûl, Tenê dimam. Bi îskeîskeke zengarî Mîna guran Tim dizûrrîyam Ji xewnên bêxwedî xeyidîme Pekiyame û hatime Janya Hilnayêm Janya Hilnayêm porkurrê Di tirban de hilnayêm ha!! Dengê min diêşe Min dilê xwe rehet nekir Li qîrrîniya navê te Çirreke şiîr didoşim Ji ewrên spîboz Ji bo çivîkên çavên te