Raketîye zarokek Di himbêza dayika xwe de Bi bêdengî Mirin wek ewrên tarî Girtiye ser bajarê dilê min Dagirkerên barbar Talan kirin gund û bajar Dilê min perçe perçe Di destê zarokekî ji Helebçe Ev hawar Li hember bêrûmetîyê Ezê tif bikim ruyê, mirovahiyê Ji bîr nakim vê zilmê Dinivîsim li dilê zeman Wê rojekê azad bifirin Kevokên min li ezman