Hevala min saz çû ser karê da Delala min saz çû ser karê da Bûk xemilandin bin darê da Hevala min megirî nelorîne Zava delal e gellek şêrîn e Zava delal e pir şêrîn e Dêra sorê biçûk e lê lê lê Dêra sorê biçûk e Hine dest û neynûk e Par qîz bû îsal bûk e lê lê lê Par qîz bû îsal bûk e berxê sebra mala minê Way lê lê way lê lê Gundî were paytextê lê lê lê Gundî were paytextê Him bi dest û bi rex tê Temam bi soz û bext e Temam bi soz û bext e, berxê sebra mala min ê Narê narê hoy narê, narê Rû sor e wek hinarê Min çavên belek xwarê Sibê, nîvro, êvarê Narê biskê xwe şeh kir Hine li destê xwe kir Destmala xwe li ba kir Serê govendê xweş kir