Kishore Kumar Hits

Hesen Şerif - Be Te Najim şarkı sözleri

Sanatçı: Hesen Şerif

albüm: Av Û Av


Çawa cîhan bê roj tarî û taristane
Çawa leş bê dil yê mirî û bê jiyane
Çawa baxçe bê av û tav yê wêrane
Wesa dilê min bê te yê bê semiyane
Çawa dil bê xwîn yê bi deng û lêdane
Çawa derya bê av bin ew ne deryane
Çawa xewinêt mirûvê birsî her nane
Wesa jîna min bê te derd û kûvane
Çawa ciwaniya şevê ya heyv û sitêrane
Çawa belatînk her serxûşa gulane
Çawa bilbil bi mereq awaz û strane
Wesa hizra te her dem li min mêhvane

Поcмотреть все песни артиста

Sanatçının diğer albümleri

Benzer Sanatçılar