Kishore Kumar Hits

Ertan Tekin - Heyran Jaro şarkı sözleri

Sanatçı: Ertan Tekin

albüm: Heyran Jaro


HEYRAN JARO
Heyran jaro
Ma ne wezê'j kulikê te dimirim
Hey hey hey hey, hey hey hey ho ho ho ho,hey ho ho ho ho ho
Hey jaro ma ne wezê'j kulikê te dimirim
Hey belê çavê reş û belek kilê siphanî nagirim
Yarikê vî zemanî dev dost in
Wey qelb û dilê xwe kafir in
Ayy heçîkê yarikê wan kêf û kara dilê wan be,
Milk û emlaka bav û birakê mirov re şêrintir in û çêtir in
Hê hey jaroo ho ho ho ho
De bila heyranê'm sax bê
Wey belê dostika wî jî vê re ye
Hey de rabe keçkokê, cahêlê vê nanpêjê
Hey tu yê nanik bipêjî yek bavê ser nêva devê sêlê
Ji kul û meraqê heyranîkê xwe jê
Hey belê çavê xwe paqij'ke hêceta vê dukelê
Hey heyyy hey hey heyy
De bila heyranê'm sax bê
Wey belê dosteka wî jî vê re ye
Hêhê hayîîîîî ax
Heyran jaro
Tanina Sindiya tanina Sindiya
Hey hey hayê hêy
Hey jaro min go ber keviya
Hey belê malan bar kir reşkê reş kona,
E' nizanim ne simbêlê heyranê min sortir in;
Ne qirmizê ser destê keçikê van Cuhiya!
Hey belê wezê heyranê xwe Cizîrê Banê Xanê nahêlim
Ber gezê mêş û va pêşiyan!
Wezê heyranê xwe bibim zozana Mela Mêrgê zozanê Teya
Ber toz û ecacê va keriya
Wezê destê heyranê xwe bigirim raserê mila Hewrexê,
Min go çêrîna kew û kêvrûşk û va kûviya
Hey jaro ho ho ho ho
De bila heyranê'm sax bê
Wey belê dosteka wî jî vê re ye
Hey de rabe keçkokê te keçînê
Hey min go memik hêkê ser hêlînê
Ma ne zozan xweş e hey delalê wez û tu biçînê
Hey hey hayîîîîî axx
Heyran jaro
Çiyakê Cudî mi silsile û he hey hayê hey ha hoo
Hey belê deştika Silopya Zaxoka Behdînan miqabil e
Ay hebînîka dinya alemê pûç û betal û derewîn e
Hey yê min û heyranê min jî j'eşqan û dil e
Hey jaroo ho ho ho
De bila heyranê'm sax bê
Wey belê dostika wî jî vê re ye
Hey de rabe keçkokê bejn û bal şitila wê bîşengê
Hey belê mala bar kir keriya ketine wê astengê
Min divê herim tewafa xala gerdena yarê
Wey belê keçik vedixelê ji navtengê
Hey hey hey, hey hey hey, hey hey hey
De bila heyranê min sax bê haho hahoo
Hey belê babo dostika wî ji vê re ye

Поcмотреть все песни артиста

Sanatçının diğer albümleri

Benzer Sanatçılar