Kishore Kumar Hits

hozan canê - Lê Lê Dayê şarkı sözleri

Sanatçı: hozan canê

albüm: Re Waye & Le Le Daye


Ay de bê... lê dayê...
Rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê de bê... ax de bêje de bêje...
Buhare li welatê dûrî xerîb dîsa xeberekî reş ji min re hatiye,
Agir û pête xistiye nava cerg û dilane lê ax lê dayê...
Sal nodûçar sîhê gulanê,
Heyjde rêhevalên xweşmêr,şoreşgerên Kurdistanê,
Li deşta şewitîya Ezirganê,
Li çemê Sansarê ax de tu xerabî mal wêranê.
Leşkerê dijminên xwînxwarin weke gurê
Harin çember girtine li dora hevalane
Yek jê di navda piçûkê çar xwîçk û du birane
Hevalê Rêzan,çavbelekê min xortê cîwan mabû di nav lepên xwînxwaran
Canê cîwan dabûn ber gulan û bombane.
Ax de bêje dayê... rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê
Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran
Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê.
Ay de bê... lê dayê...
Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê... ax de bêje, de bêje.
Dema sal nod û du meha Adar ê,
Ez dihatim xerîbîye min xatirê xwe dixwest,
Ji der û cîranan ji gundîyane ax lê dayê,
Min ji hevalê Rêzan çav û biryên reş û belek nestandîbû tu ramûsane
Lê min çizanîbû ez nabînim ji vir û wa
Da xortê cîwan bi ronîkê çavane lê dayê.
Ez çibikim îro jî xebera reş limin bûye mêvane,
Wek xinçerekî tûj e tal e li serê sînga
Min dane, agirekî nava dilê min dadane,
Dunya min reşbûye, jiyan li min bûye wêrane lê dayê.
Ax de bêje dayê...
Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê
Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran
Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê

Поcмотреть все песни артиста

Sanatçının diğer albümleri

Benzer Sanatçılar